HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Artêşa Tirk a dagirker 94 caran Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têlîldarî êrişên artêşa Tirk a dagirker yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ev agahî da:
“Di 7’ê Adarê de dagirkeran li Sîdayê a dikeve herêma Zapê êrişî hêzên me yên di çeperên berxwedanê de kirine.
Hêzên me di çerçeveya xweparastinê de bersiv dan û dagirkerek cezakirin.
Di heman rojê de çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi çekên qedexe hate bombekirin.
Her wiha qadaên dikevin herêma Xakurkê, 93 caran bi obus, tank û çekên giran hate bombekirin.”