Li Îranê 13 hezar zarokên keç ji bo neçin dibistanê hatin jehirkirin

Li Îranê trajediya jehirdana xwendekarên keç, bi daneyên derdikeve re xuya dike.
Jimara xwendekarên hatine jehirdan gihişt 13 hezarî.
Di çarçoveya serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” de, xwepêşandêran jehrîkirina xwendekaran şermezar kirin.

Li Îranê êrişên bi gazên jehrî yên dijî xwendekarên keç li nava welat bûye cihê hêrsê.

Bêtirî sê meha ye ev bûyer pêk tên û heta niha berpirs nehatine cezakirin.

Li gorî daxuyaniya Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Seîd Kerîmî heta niha 13 hezar xwendekar rakirine nexweşxaneyê û hatine dermankirin.

Seîd Kerîmî dibêje, ji ber van êrişan kesî jiyana xwe ji dest nedaye.

Lê welatiyên Îranê dibêjin 4 xwendekaran jiyana xwe ji destdane.

100 kes bi gumana jehrî kirinê hatine binçav kirin

Her wiha Wezareta Karên Hundir ya Îranê berê jî ragihandibû ku nêzî 100 gumanbar hatine binçavkirin.

Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”

Hemwextî jehrî bûna xwendekaran serhildana ‘jin, jiyan, azadî’ jî dewame.

Jehrî kirina xwendekaran hêrsa serhildêran zêdetir kiriye.

Doh ciwanên Kurd li bajarên Sine, Kamyaran daketin kolanan û agir pêxistin.

Ciwanan bê navber dirûşmeyên dijî desthilatê gotin.

Rêya navbera Sine û Kirmaşanê demeke dirêj di bin kontrola ciwanan de ma.

Hemwextî vê li gelek herêmên Tehranê jî çalakiyên nerazîbûnê hebûn.

Li bajarê Meşhedê jî jin û ciwan di nav çalakiyan de bûn.

Di serhildanê de jehrîkirina xwendekaran hate şermezar kirin

Di çalakiyan de êrişên bi gazên jehrî jî hatin şermezarkirin.

Li aliyek din duh serokê desthilata Dadweriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 82 hezar kes ji biryara efuyê sûd girtine.

Ji wan 22 hezar kes girtiyên serhildana ‘Jin, Jiyan, Azad’ ne

Ji wê hejmarê 22 hezar kes di dema xwepêşandanan de hatibûn binçavkirin.

Ev biryara dewleta Îranê di demekî de ye ku gelên Îranê li dijî darvekirin û girtina welatiyan bi hêrsin.

Li gorî çavdêr û pisporên siyasî deshilata Îranê hewil dide bi vê biryara xwe hêrsa welatiyan kêm bike.

Back to top button