Kobanê-Cejna Remezanê tê pîroz kirin

Li Kobanê û Minbicê zarok û malbatên xwe bi kêfxweşî cejna Remezanê pîroz kirin.

Li kolanên bajarê Kobanê malbat serdana hev dikin û zarok jî berê xwe didin bexçeyên giştî.

Li Kobanê ku yekem car e lîstok tê de hatine dayîn, bi dehan zarok û malbatên xwe li baxçeyê kom dibin.

Welatiyê bi navê Omer Ehmed diyar kir ku tevî hemû êşên ew tê re derbas dibin jî, lê cejna xwe bi awayekî xweştir pîroz kirin.

zarokê bi navê Ronî Qewas jî got; Ez bi hatina cejnê kêxweş dibim, ji ber ku ez bi hevalên xwe re têm parkê û cejnê pîroz dikim

Minbic-Cejna Remezanê bi coşek mezin hat pîrozkirin

Her wiha şêniyên Minbicê bi israr û vîna xwe ya xurt tevî gefên dewleta Tirk a dagirker, cejna Remezanê pîroz kir.

Li aliyekî din Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewriyeyên xwe zêde kirin ji bo ewlehiya herêmê biparêzin.

Li aliyekî din, di cejnê de partk û syerangeh hatin vekirin û zarok bi coşeke mezin bi lîstiokan lîstin.

Back to top button