Rastiya şehîdan bi herfên zêrîn ên ku nayên jêbirin di dîroka PKK’ê de hatiye nivîsandin û wateyeke wisa wergirtiye ku temsîla pêvajoyên dîrokî yên di nav têkoşîna me ya azadiyê de dike.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Cemal Şerîk li ser Meha Gulanê ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de weke meha şehîdan tê pênasekirin, ji ANF’ê re analîzek nivîsî.
Cemal Şerîk diyar kir roja pêşîn a meha Gulanê weke roja ji bo karker û kedkarên cîhanê hatiye qebûlkirin û got:
“Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi têkoşîna PKK’ê re destkeftiya ku di têkoşîna ked, azadî, şoreş û sosyalîzmê de bi dest ketiye watedartir bû.
Ji ber vê sedemê PKK’ê meha Gulanê diyarî şehîdên xwe yên leheng kiriye.”
Cemal Şerîk: Tevgera Apoyî tevgereke tolhildanê ye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Cemal Şerîk meha Gûlanê weke meheke hesab pirsînê ji xayînan pênasekir û got:
Tevgera Apoyî şebekeya xayînan ku hewl didan ji hundir ve êrîş bikin, têk bir.
Yek bi yek hesab ji kesên ku Hakî Karer, Halîl Çavgûn û Hasan Aydin şehîd xistin, pirsîn.
Şerîk anî ziman ku dewleta Tirk bi van êrîşên ku ji hemû aliyan ve pêk aniye, encam negirt.
Her wiha girîdayî Komkujiya Mereşê ya 19 û 25’ê Kanûna 1972’an qewimî Cemal Şerîk wiha got:
Bi giştî li 13 bajaran ku 10 ji wan ên Bakûrê Kurdistanê bûn, rêveberiya awarte hat ragihandin.
Rêber Apo ev yek ji destpêkê ve dît û li gorî wê amadekarî dabûn destpêkirin.
“Rêber Apo bi partîbûnê bersiv da darbeyên leşkerî”
Di dawiyê de Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Cemal Şerîk wiha anî ziman:
Rêber Apo bi encamên ku ji derbeya faşîst a leşkerî ya ku generalên NATO’yî di 12’ê Adara 1971’an de pêk anî dît.
Ji bo wê tedbîrên pêwîst girt.
Weke bersiv vê darbeya faşîst re biryara ragihandina partiyê da.