“ARMANCA GEFÊN ERDOGAN TÊKBIRINA EWLEHIYA HERÊMÊ YE”

Serokê Buroya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Salih Hac Mihemed têkildarî gefxwarinên serokkomarê dewleta tirk a dagirker Erdogan a li ser Minbicê ji ajansa Hawarê re axivî.

Salih Hec Mihemed di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa şêniyên Minbicê û got:

Şêniyên Bajarê Minbicê bajarê xwe bi xwe bi rê ve dibin û rêveberiya xwe ya ku hemû pêkhate cihê xwe tê de digirin, ava kirine.

Hac Mihemed anî ziman ku Erdogan ji destpêka aloziya Sûriyê ve dest li Sûriyê wer dide û xwe wekî bav û parêzvanê gelê Sûriyê nîşan dida, herî dawî hin herêmên Sûriyê bi wî navî dagir kir û ev tişt anî ziman;

“Êdî em fêrî van gefan bûne, her carê Erdogan derkeve li ser ekranên telefezyonan û gefan dixwe ku ew derbasî Minbicê bibe û gelê wê rizgar bike. Em şêniyên Minbicê ne û em bajarê xwe bi rêve dibin, em rê nadin ku ti kes derbasî bajarê me bibe.”

Serokê Buroya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Buroya Minbicê Salih Hac Mihemed teqez kir ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê şêniyên û bajêr ji mudaxeyên derve diparêze û wiha dawî li gotinên xwe anî;

“Wekî şêniyên herêma Minbicê me hevgirtina xwe xurt kiriye.

Em destur nadin ku ti komên çete derbasî herêma me bibin.

Em heya dilopa dawî ya xwînê parastina bajarê xwe bibin.”

Leave a Reply

Back to top button