HPG: Gêrîlayan 11 çalakiyên derblêdanê pêk anîne

Hêzên Parastina Gel HPG ragihand gerîlayan li dijî arteşa tirk 11 rêzeçalakiyên derblêdanê pêk anîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

HPG’ê ragihand ku li herêma Zapê hêzên YJA Starê derbên giran li dagirkeran da û got:

Di navbera 7 û 8’ê tebaxê de çepêrên dagirkeran 7 caran hate derbkirin.

Her wiha 2 helîkopterên dagirkeran ên ku dixwastin hêzên xwe daynin bûn hedefa hêzên gêrîla û neçar man ji qada berxwedanê dûr bikevin.

Li qada Sîda yê herêma Zapê jî dema kepçeyek hewl dida çeperên berxwedanê hilweşîne, ji aliyê gerîlayan ve hate derbkirim.

Li heman qadê di 9’ê Tebaxê de jî bi çekên giran li komeke dagirkeran hate xistin.

Herêma Zap û Metinayê 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin

Derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker de jî HPG’ê di dawiyê de got:

“Di 6 û 7’ê Tebaxê de herêma Zapê û Metînayê bi giştî 3 caran bi balafirên şer û helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Cûdî weşand

Back to top button