Şengal-Şehîdên meha Tebaxê hatin bibîranîn

Li Şengalê şehîdên meha Tebaxê bi merasîmekê hatin bibîranin.
Di merasîmê de hate diyarkirin ku 15’ê Tebaxê ji bo hemû gelên azadîxwaz roja vejînê ye, ji ber wê jî dijmin di vê rojê de pêşengan dike hedef
Hate gotin ku ruhê 15’ê Tebaxê îro li Şengalê zindiye û ew li ser xeta Egîdan têkoşîna xwe dewam dikin.

Bi boneya salvegera pêngava 15’ê Tebaxê, Rêveberiya Xweser a Şengalê bi merasîmekê şehîdên vê mehê bi bîr anîn.

Merasîm bi tevlîbûnek zêde li goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li çiyayê Şengalê pêkhat.

Piştî deqeyek rêzgirtinê peyamên girîng bi boneya rojan hatin dayîn.

“Ruhê 15’ê Tebaxê li Şengalê zindiye”

Di serîde berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Hemed Bişar axivî û got:

“Dijmin herdem xwestiye vê mehê li me reş bike.

Lê bi ked û yekitiya xwe em dikarin vê rojê bikin roja serkefitê.

Li ser navê Fermandariya YBŞ’ê û YJŞ’ê Dilşêr Qîranî jî axivî û da diyakirin ku ev roj di dîroka gelê Kurd û hemû gelên bindest de xwedî wate ne.

Li ser navê TAJÊ Kindê Xidir jî axivî û bal kişande ser êrîş û polîtîkayên li dijî Şengalê

Kindê Xidir got:

“Ji bo Şengal dest ji rêxistina xwe berde û ji ser axa xwe koçber bibe, ev êriş pêk anîn.

Li ser navê PADÊ’ê jî Hisên Hecî destnîşan kir ku dijmin çiqas êriş bikin jî ew ê dest ji avakirina şengalek xweser bernedin

Herî dawî Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Reham Hico jî bi boneya girîngiya rojê ev peyam da:

“15’ê Tebaxê roja biryardayîna gelên bindeste.

Me jî wek civaka Êzidî ji bo em karibin rê liber fermana bigrin, me bi ruhê 15’ê Tebaxê dest bi têkoşîna xwe kir.

Ev têkoşîn ji bo me pîroze.

Reham Hico bang kir ku lazime tu kesekî Êzidî nekeve xizmeta dijmin û li dijî civaka xwe îxanetê neke.

Piştî peyaman merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Back to top button