Komek ciwan bi beşdarbûna nava refên gerîla 15’ê Tebaxê pîroz kirin

Komek ciwan tevlîbûna xwe bo nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ragihand.
Ciwanan diyar kir ew bi tevlîbûna xwe salvegera 39’emîn a cejna vejînê ya 15′ Tebaxê pîroz dikin û got: “Em ê li derdora dirûşmeya ‘Kes nikare roja me tarî bike’ kom bibin û pêl bi pêl berê xwe bidin jiyana azad û bi rûmet.”

Komek ciwan tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûn.

Ciwanan bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew bi tevlîbûna xwe salvegera 39. 15′ Tebaxê pîroz dikin.

Di daxuyaniyê de ciwanan îşaret bi êrişên li ser Kurd û tecrîda girankirî a li dijî Rêber Apo kirin û ev tişt anî ziman:

“Em ê li derdora dirûşmeya ‘Kes nikare roja me tarî bike’ kom bibin û pêl bi pêl berê xwe bidin jiyana azad û bi rûmet.

Êdî em dixwazin bi Rêbertî re li Kurdistanek azad jiyan bikin.

“Me ji bo jiyanek azad û bi rûmet berê xwe da çiyayên azad”

Li ser vê esasê em wek jinên ciwan biryara çalakiya mezin didin.

Me ji bo jiyanek azad û rûmet berê xwe da çiyayên azad.

Ciwanan destnîşan kirin heya ku welatê me di bin dagirkeriyê de be û Rêberê me bi fizîkî azad nebe, li pêşiya ciwanan derveyî rêya gerîlabûyînê ti rêyekî cuda nîn e.

Di daxuyaniyê de bang li jin û xortên ciwanan hate kirin ku berê xwe bidin çiyayên azad û hate gotin

“Ger em îro di nav şoreşekî wisa de jiyan dikin bê guman ev bi saya van gerîlayên ku rojane di sengeran de li ber xwe didin e

“Em ê tola şehîdan hilînîn û azadiya fîzîkî a Rêber Apo mîsoger bikin”

Di dawiyê de ciwanan salvegera 39’emîn a cejna vejînê ya 15′ Tebaxê pîroz kirin û gotin:

“Em soz didin ku di şexsê şehîdên Zap, Avaşîn û Metîna de, tola şehîdan hilînin û xwedî li mîrateya wan derkevin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

Em soza tolhildana her parçeyekî Kurdîstanê didin ku îro di bin dagirkeriya dijmin de ye.

PAJK: 15’ê Tebaxê rabûna li ber înkarê ye

Back to top button