QSD’ê îdiayên dewleta Tirk ên şehadeta 3 şervanên wan li Serê Kaniyê û Efrînê derewand.
Navenda Ragihandina QSD’ê derbarê mijarê de twîtek avêt û ev tişt got:
”14’ê Tebaxê Wezareta Parastinê ya Tirkiyê îdia kir ku 3 şervanên me li Efrîn û Serê Kaniyê şehîd xistine.
Hêzên me êrişî herêmên dagirkirî nekirine, ev îdiayên dewleta Tirk derew in û dûrî rastiyê ne.