Şêniyên Helebê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Bi sedan şêniyên Helebê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.
Di meşê de hate gotin, dîwarê Îmraliyê wê nikaribe Rêber Abdullah Ocalan ji mîlyonan şopdarên wî qut bike.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo meşek li dar xist.

Di nav de nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî, bi sedan kes beşdar bûn.

Meş li ber navenda Şehîd Gelhat a li beşê rojhilatê taxê veguherî mîtîngê.

Li vir piştî rêzgirtinê, kesên axivîn berxwedana 24 salan a Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê silav kir û gotin:

“Rêbertî ramanek, diyarî gelên azadîxwaz kir û heta niha li girtîgehê li ber xwe dide, ji ber vê yek rejîma Tirk tecrîda li ser wî girantir dike û têkiliyên wî bi derve re qut dike.

Ruxmî astengiyan gel xwedî li Rêbertiya xwe derketiye.

Bila dewleta Tirk baş bizanibe ku Rêbertî ne bi tenê ye, bi milyonan kes şopdarên wî ne û ramanê wî pêk tînin.

Dîwarê Îmraliyê wê Rêbertî ji gel qut neke.

Em ê bi berxwedan û îsrarê tecrîda li ser Rêbertiya xwe bişkînin.

Back to top button