Şehîd Nagîhan Akarsel li Dêrikê hate bibîranîn

Li Dêrikê endama navenda lêkolîna jineolojiyê Nagîhan Akarsel di salvegera şehadeta xwe de bi merasimekê hat bi bîr anîn.

Merasim li navenda Çand û Hunerê ya Dicleyê bi beşdariya şênî û endamên saziyên sivîl pêk hat.

Di merasîmê de endama Akademiya Jineolojiyê ya Dêrikê Sewsen Yusif axivî û got:

“Di salvegera yekemîn a şehîdxistina şehîd Nagîhan Akarsel de em teqez dikin ku dê berxwedana jinan berdewam bike.”

Sewsen destnîşan kir ku pergalên desthilatdar kesayetên pêşeng ên civakê dikin hedef ji bo ku siyasetên wan eşkere nekin.

Her wiha Sewsen destnîşan kir ku wê têkoşînê li ser şopa şehîd Nagîhan berdewam bikin û hêviyên wê di pêşxistina jineolojiyê de pêk bînin.

Her wiha di merasîmê de, sînevizyonek têkildarî jiyan û têkoşîna şehîd Nagîhan hate pêşandan.

Back to top button