Rûsya bi moşekan êrişî Ukrayna kir: 51 gundî mirin

Artêşa Rûsya bi dijwarî êrişî gundekî herêma Xarkiv a Ukraynayê kir.
Di êrişê de, 51 gundiyên beşdarî merasîmeke leşkerî bûyîn, mirin.
NY li dijî êrişê bertek nîşan da û got: “Êrîşa li dijî sivîlan sûcê şer e.”

Di êrîşa moşekî ya Rûsyayê ya li ser gundekî li herêma Xarkiv a rojhilatê Ukraynayê de 51 kes mirin.

Hat ragihandin ku di nav miriyan de zarokek 6 salî jî heye.

Di dema êrîşê de şêniyên gundê Hroza di merasîma ku bi boneya veguhestina cenazeyê leşkerê par di şer de jiyana xwe ji dest da û li Dniproyê ji bo gundê wî hatibû definkirin, hatin gel hev.

Di dema êrîşê de 60 kes di qehwexaneyê de bûn.

Hat ragihandin ku di êrîşê de hevjîn û kurê leşkerê ku cenazeyê wî dihat kirin jî mirin.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di peyama xwe ya vîdyoyî de diyar kir ku êrişî bazar û qehwexaneyek hatine kirin.

Zelensky Rûsya bi wê yekê sûçdar dike ku bi zanebûn sivîlan dike armanc.

Li gundê ku 51 kes hatîn kuştin de, 300 kes diman.

Şêwirmendê Zelensky Mixail Podolyak jî derbarê êrîşê de got:

“Divê ev hişyariyek be ji bo her kesê ku dixwaze di konferansên navneteweyî de bi sûcdarê şer Vladimir Putin re bikene û destê xwe bihejîne.”

Ji NY û ye hişyariya “sûcên şer”

Nûnerê Bilind ê Ewlehî û Polîtîkayên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell êrîş şermezar kir û got,

“Êrîşên bi zanebûn ên li dijî sivîlan sûcê şer e.

Wehşeta Rûsyayê bi êrîşa bi xwîn a li Hroza/Kupianskê ya li dijî sivîlan derket asteke din a xerab.

Rûsyayê careke din îspat kir ku niyeta wê tune terora li dijî gelê Ukraynayê rawestîne.”

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres jî diyar kir ku êrîşên li Ukraynayê yên li dijî sivîlan binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û got,

“Êrîşên li dijî sivîlan û binesaziya sivîl li gorî hiqûqa navneteweyî ya mirovî qedexe ne û divê demildest bi dawî bibin.”

Berdevkê Guterres Stephane Dujarric diyar kir ku nûnerên NY yên li herêmê gumana wan tune ku Rûsyayê êrîş pêk aniye.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock jî peyama “Heta ku bombe li rmarket û kafeyan bibarin, ji bo ku Ukrayna xwe ji terorîzma moşekan a Putin biparêze, em ê her tiştî bikin.” weşand.

Di dema êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê de, yek ji herêmên despêkê Rûsyayê kontrol kirî ev herêm bûn.

Piştî êrişa dijber ya Ukraynayê ev herêm hatin kontrolkirin.

Back to top button