Li Ekvadorê di navbera mehên Çile û Îlonê de herî kêm 455 zarok û ciwan di encama tundiyê de jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya ofîsa Ombûdsmaniyê, di navbera mehên Çile û Îlonê yên 2023’an de 455 zarok hatin kuştin.
Hate ragihandin ku bi taybetî li eyaleta Gûayasê rewş gelekî cidî ye.
Li gorî rapora şeş mehan a Saziya Çavdêriya Sûcên Organîzeyî ya Ekvadorê,
di navbera Çileya 2019 û Hezîrana 2022’an de li welatê ku li hemberî çeteyên sûc û qaçaxçitiya narkotîkê li ber xwe dide, bûyerên kuştinê ji sedî 500 zêde bûn.
Li Ekvadorê ku ji bo veguhastina kokaînê ya ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Ewropayê bûye mîna navendeke lojîstîkê, di sala 2022’an de ji serê 100 hezar kesî 26 bûyerên kuştinê rû dan.
Li gorî pisporan ev hejmar îsal dikare bigihêje 40 bûyerên kuştinê.