Hêzên Îran û Rûsya amadekariyê dikin ku li Derya Hezarê tetbîqateke hevpar bikin.
Li gorî ajansa nûçeyan a Îranê Mehrê, Fermandarê Hêzên Deryayî yê Îranê Huseyîn Hanzadî diyar kiriye ku her du welat amadekariyan dikin ku li Derya Hezarê tetbîqata hevpar bikin.
Hanzadî got,
“Tetbîqata taktîk, rizgarkarî û têkoşîna li dijî korsanan” wê di demeke nêz de were kirin.
Fermandarê Hêzên Deryayî ragihand, wê ti carî destûrê nedin ku hêzên li derveyî herêmê dest li Hezarê werdin û ev tişt anî ziman;
“Li ser mijara ewlekariya Hezarê ku derya aştî û dostaniyê ye, hemû welat hemfikir in.”
Rûsya û Îran li Derya Hezarê salên 2015 û 2017’an gelek caran tetbîqata hevpar kiribûn.