Twitter mayînde hesabê Donald Trump girt

Piştî êrîşa li ser avahiya Kongressa Amerîkî, Twitterê hesabê Donald Trump mayînde rawestand.
Seroka Encumena Parlamenterên Amerîkî Nancy Pelosi ferman daye, eger Trump istîfaya xwe nede, wê bikeve lêpirsînê.
Wezareta dadmendiyê jî dê dest bi lêpirsîna kuştina serbazê polîsa Kongress û rola Trump a arandinê, bike.

Piştî êrîşa alîgirên serokê têkçûyî yê Amerîkayê Donald Trump li ser avahiya Kongressê, şirketa Twitterê ji ber metirsiya arandina li ser tundiyê, hesabê yê dawî bi awayekî mayînde girt.

Piştre Twitterê hesabê pêngava Trump a hilbijartinê jî rawestand.

Pêncşema borî serokê cîbicîker ê Facbookê ragihandibû ku, dê hesabê Trump ê FacEbook û Instagramê piştî 2 hefteyan heta bidawîbûna veguhastina desthilatê, wb ere rawestandin.

Donald Trump piştî girtina Twittera wî, diyar kir ku ew ê platformeke din bi kar bîne û anî zimên;

“Em ê di dema bê de, platformeke taybet ava bikin. Kes nikare me bêdeng bike. Twitter ne bi azadiya derbirandinê re ye. Twitter, platformeke çepgerên tundrew e.”

Nancy Pelosi: Dê Trump bikeve lêpirsînê eger istîfaya xwe pêşkêş neke

Ji ber ecêba ku alîgirên Trump bi serê avahiya Kongressê de kirî, Seroka Encumena Parlamenterên Amerîkî Nancy Pelosi ferman daye ku Donald Trump bikeve lêpirsînê, eger istifaya xwe piştî êrîşa li ser avahiya Kongressê pêşkêş neke.

NBC: 3 parlamenteran dest bi Amadekirina reşnivîsa vederkirina Trump kiriye

Li gorî tora NBC, 3 parlamenterên Kongressê dest bi amadekirina reşnivîsa vederkirina Donald Turmp kiriye ku roja Duşemê radestî Encumena Parlamenteran bikin.

Alîkara Seroka Encumena Parlamenteran Katherine Clark destnîşan kir ku;

“Divê em Trump ji erkê veder bikin û em ê bi her awayî vê bikin, da ku demokratîka xwe biparêzin.”

Wezareta dadmendiyê dê dest bi lêpirsîna kuştina serbazê polîsan bike

Der barê êrîşa roja Çarşemê de jî, berpirsiyarekî wezareta dadmendiya Amerîkî teqez kir ku ew ê dest bi lêpirsîna kuştina serbazê polîsa Kongressê bikin.

Alîlarê Serdozgerê Giştî yê Amerîkayê da xuyakirin ku, dê lêpirsînerên federal digel her kesê ku tiliya wî di êrîşê de hebe, lêpirsînê bikin. Her wiha lêpirsîn, dê rola Trump a gurkirina xwepêşanderan jî bigire nava xwe.

Di êrîşa Çarşemê de, alîgirên Donald Trump ziyanine mezin bi avahiya Kongressê gihandibûn.

Ji ber pevçûna xwepêşander û polîsan, 5 kesan di nav de polîsek, jiyana xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn.

Back to top button