Li Nîjeryayê, di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de 13 leşker hatin kuştin

Di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de li bakur rojhilatê Nîjeryayê 13 leşker hatin kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê, bi çekên giran û roketan li gundê Gazaganayê ya li eyaleta Yobe kemîn danîn pêşiya konvoyeke leşkerî.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, di kemînê de 13 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.

Heman çavkaniyan ragihand ku şerekî giran qewimiye û ji êrişkaran jî gelek hatine kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku Koma çekdar ku bi navê Boko Haram derkete holê, di sala 2016’an de bû du parçe.

Beşek jê da ser şopa şefê Boko Haram Ebûbekir Şekû, beşekê jî navê Îswapê ya ser bi DAIŞ’ê li xwe kir.

Di şer û êrîşên ji sala 2009’an ve zêdeyî 36 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye û zêdeyî 2 milyon kes jî koçber bûne.

Back to top button