Mike Pompeo: Îran stargeha ewle ya El-Qaîdeyê ye

Werzîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo da xuyakirin ku, şopandina siyaseta dijberiyê; awayê guncavtirîn e ku Îranê ji reftarê dijminane vegerîne.

Mike Pompeo da zanîn ku, derketina li hember Îranê, ewlehiya Amerîkayê misoger dike.

Pompeo destnîşan kir ku, Îran bûye stargeha ewle ya rêxistina El-Qaîdeyê û jê xwestiye ku baregeheke xwe ya sereke li gel wan ava bike.

Li ser vê yekê, Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku, tawanên Pompeo têkçûna siyaseta Amerîkî ya li dijî Tehranê nîşan dide.

Wezareta Derve ya Rûsyayê jî got ku, tawanên Amerîkayê xwe naspêrin ti delîlan û li gel wê ti daneyên têkiliyên Tehranê digel Qaîdeyê tune ne.

Back to top button