Efrîn..dagirkeran li navçeya Şiyê zarokekî 13 salî revand

Li Efrîn û navçeyên yên dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk di nav de zarokek du sivîl revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Sûrî, ragihand ku çeteyên dewleta Trik li navenda navçeya Şiyê zarokê kurd yê bi navê Izedîn Yusiv El-Hisên revand.

Rêxistinê da zanîn ku çeteyan, zarokê 15 salî yê ku ji bo debara malbatê pêk bîne karê komkirina baqir dike, birin cihekî ne diyar.

Dagirkeran li navenda Efrînê sivîlekî ji gundê hesen yê Raco revand

6’ê Çileyê, li navenda Efrînê çeteyan şêniyê bi navê Hisên Enwer Elî yê ji gundê Hesen yê navçeya Reco revand.

Rêxistinê diyar kir ku çeteyan bi tewanên ne rast Hisên tevî erebeya wî revandin, heya niha jî çarenûsa wî nediyar e.

Li gorî navenda belgekirina binpêkirinan li Bakurê Sûrî, destpêka vê mehê ve, dagirkeran jê 4 zarok û 3 jin, 23 sivîl ji Efrîn û Girê Spî revandin.

Back to top button