Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê panelek di bin silogana ” Na ji dagirkeriya Tirkiyê re, em destkeftiyên xwe biparêzin” ji şêx û rûsipiyên eşîran re li Minbicê li darxist.
Tevî rêveberiya partiya Sûriyê pêşerojê, Ibrahîm El Qeftan bi dehan ji şêx û serokên eşîrên Minbicê û gundewarê wê li civînê hazir bûn.
Di civînê de rola şêx û rûspiyên êlan di pêkanîna ewlehî û aramê li herêmê hat kirin.
Alîgirê Partiyê Hesen Mihemed Elî axivî û got:
”Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye navenda şerê cîhanê yê siyemîn û dewlet tê de hevrikiyê dikin û pirojeyên van dewletan li herêmên me hene, dixwazin pêk bînin”
Her wiha Hesen Elî dawiyê, ev jî lê zêdekir: Dewleta Tirkiyê sûdê ji şerê li Sûriyê digire û dixwaze serdema Omberatiya Osmaî vejîn bike”
Civîn bi nîqaşkirina rewşa siyasî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji aliyê rûspiyan ve bi dawî bû.