Rêveberê Şaredariya Goteborgê ya Swêdê xwest PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

Rêveberê Şaredariya Goteborgê ya Swêdê zextên ser Kurdan şermezar kirin û xwest ku PKK ji nav ‘lîsteya rêxistinên terorê” were derxistin.

Rêveberê Şaredariya Goteborgê û Serokê Koma Partiya Çepgir Danîel Bernmar derbarê zexta polîsên Swêdê ser Kurdan bertek nîşan da.

Danîel Bernmar got ku ew li dijî sûcdarkirina Kurd û rêxistinên Kurd in û derbarê biryara dersînorkirina jina Kurd Zozan Buyuk nerazîbûn nîşan da.

Bernmar got ku biryareke wiha li dewleteke hiqûqê ya weke Swêd nayê û ew dixwazin ku dozên Zozan Buyuk û yên din ji nû ve werin nirxandin.

Rêveberê Şaredariya Goteborgê û Serokê Koma Partiya Çepgir Danîel Bernmar xwest ku PKK ji nav ‘lîsteya rêxistinên terorê” ya Swêde were derxistin.

Back to top button