QSD`ê bidawîbûna operasyona li Geliyê El-Ecîc ragihand

Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku bi desteka Koalîsyona Navneteweyî wan operasyona lêgerînê ya li herêmên Geliyê El-Ecîc ê gundewarê Dêrazorê bi dawî kiriye. Her wiha bi bîr xist ku hinek nuqteyên şaneyên DAIŞ`ê bi moşekan kirine hedef ku di veguhestina navbera Sûriyê û Iraqê de bi kar tînin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di vî warî de dauxyaniyek da û tê de got: Hêzên me îro anku 12`ê Gulanê operasyona lêgerînê ya li Geliyê El-Ecîc ê li bakur rojhilatê gundewarê Dêrazorê bi dawî kir.

Operasyon bi desteka Koalîsyona Navneteweyî ji aliyê bejahî û hewayê ve heta 4 rojan berdewam kir.

Her wiha balafirên koalîsyonê li asîmana herêmê geriyan û bi moşekan hinek nuqteyên diyar ên DAIŞ`ê kirin hedef.

Hêzên me bi armanca deşîfrekirina rêya qaçaqtî ku çeteyên DAIŞ`ê ji bo ku di nava herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tev bigerin û biçin Iraqê, operasyon li herêma Geliyê El-Ecîc li dar xist.

Di encamê de rê û tonelên ku çete xwe û cebilxaneyên xwe tê de vedişartin hatin şîfrekirin. Ji wan 12 hatin ruxandin.

Di heman çarçoveyê de hêzên me, dewriye li nêzî sînorên bi Iraqê re û herêmên li rex çemê Firatê pêk anîn.

Bi gelek şêniyên herêmê re axivîn û ji wan re teqez kirin ku ji bo parastina wan ji şaneyên DAIŞ`ê, operasyon li dar xistiye.

Back to top button