Ji hilbijartina li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê re 4 roj man

Li bajarê Qers, Çewlîq û navçeya Qereyazî a Erziromê Partî DEM Partî mitîngên hilbijartinê li dar xist.
Nûnerên DEM Partî di peyamên xwe de diyar kirin ew ê bi feraseteke şaredarvaniya demokratîk hemû cudahiyên bajar birêve bibin.
Her wiha di çarçoveya xebatan de li navçeya Elkê ya Şirnexê jî perwerdeya ewlehiya sindoqan hat dayîn.

4 rojên din wê xelkê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rêveberiyên xwe ên herêmî hilbijerin.

Lewra Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajaran lez dane xebatên xwe.

DEM Partî li gelek bajaran mitîngên hilbijartinê li dar xist

Li bajarê Qers, Çewlîq û navçeya Qereyazî a Erziromê Partî DEM Partî mitîngên hilbijartinê li dar xist.

Mîtînga Qersê: Rêya 3’yan li dijî faşîzm û bêedaletiyê rêya têkoşînê ye

Mîtînga li li Qersê bi beşdariya namzetên şaredariyan, Serokwekîla Koma DEM Gulistan Kiliç Koçyîgît û Hevserokê giştî Tuncer Bakirhan pêk hat.

Namzetên ku li wir axivîn, di peyamên xwe de diyar kirin ew ê bi feraseteke şaredarvaniya demokratîk hemû cudahiyên bajar birêve bibin.

Piştre jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan xitabî gel kir û bal kişande li ser hewldanên pêşxistina nîjadperestiyê.

Bakirhan diyar kir partiya wan jehrkuja yekperestî û zordestiyê ye û wiha got:

“Ji ber ku em partiya gelan û hemû baweriyan e.

Em rêya 3’yan rêya têkoşîna li dijî faşîzm, nelirêtî û bêedaletiyê ne. ”

Tuncer Bakirhan dawiyê her kes vexwend li bin dara DEM Partiyê û têkoşîna xwe xurt bikin.

Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng hat lidarxistin

Di mîtînga Çewligê de jî ku hezaran li hev civiyan, Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar amade bûn.

Li wir jî siyasetmedaran diyar kirin ew ê 31’ê Adarê derseke dîrokî bidin desthilatê û banga xwedîderkitina li dengê xwe kirin.

Mîtînga Qereyazî: DEM wê bi serketineke mezin ji hilbijartinê derkeve

Li navçeya Qereyazî a Erziromê jî tevî hewayê sar gelek kes li qada mîtîngê kombûn.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û namzetên şarederiyan gel silav kirin û gotin;

“Wê di 1’ê nîsanê de bahar were Kurdistanê û DEM wê bi serketineke mezin ji hilbijartinê derkeve.”

Li navçeya Elkê ya Şirnexê perwerdeya ewlehiya sindoqan hat dayîn

Her wiha di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Elkê ya Şirnexê jî perwerdeya ewlehiya sindoqan hat dayîn.

Rêxistina DEM Partî bi rojeva ewlehiya hilbijartinê, bi peywirdarên sindoqan û muşahitan re hate gel hev.

Di perwerdeyê de têkildarî mijarên ku dema di roja hilbijartinê de bêhiqûqtî û rewşên neyînî derdikevin dê çi bên kirin perwerde hate dayîn.

DEM Partî li Îdirê mitîng li dar xist

Back to top button