156 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed 156 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û agahî jê nayê girtin.Tevî hemû bertek û bangewaziyên li dijî revandina wî jî, PDK’ê xwe bêdeng dike.

Rojnamevanê Rojnews’ê Silêman Ehmed ji 1’ê Cotmehê ve ji aliyê PDK’ê li ser sînorê Sêmalka hate revandin û heta niha agahî jê tune.

Her ku diçe fikarên li ser jiyana edîtorê beşa Erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed zêde dibin.

PDK’ê destûrê nade parêzer û malbat ku hevdîtinê li gel bikin.

Piştî revandina Silêman, PDK’ê bi daxuaniyek ne rast gefa cezakirinê li wî kir.

Tevî hemû bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed jî, hîn PDK’ê ti bersivekê nade û li ser binpêkirinên xwe bêdenge.

Rojnews’ê jî ragihand ku PDK’ê ji ewlehî û jiyana edîtorê wan Silêman Ehmed berpirse.

155 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button