22’yê Nîsanê wê Serokomarê dewleta Tirk Tayîb Erdogan serdana Bexdayê bike.
Erdogan beriya were, timî gefa dagirkirina Başûrê Kurdistanê û Şengalê dixwe.
Gefên Erdogan û trafîka hevdîtinan ya di navbera Iraq û dewleta Tirk de li Şengalê bû sedema fikaran.
Nûnerên Şengalê li Bexdayê dest bi rêze hevdîtinan kirin.
Şandeyek bi pêşengiya Mîr Nayîf Dawid Selman, Endamên Desteya Eşayîrî û Desteya Oldarên ya Şengalê, endamên Tifaq Hêz û Pêkhateyên Şengalê ji bo fikarên civaka Êzidî bigihînin rayedarên Iraqê û pêşî li metirsiyên nû were girtin, dest bi rêze hevdîtinan kirin.
Şande 18’yê Nîsanê derbasê Bexda’yê bû û dest bi hevdîtinan kir.
Şande bi Emîndarê Giştî yê Esayîb Ehlîheq Qeys Xez Elî û Sekreterê Giştî yê Tevgera Babîlon Rayan El-Kildanî re hevdîtin pêkanîn.
Di hevdîtinê de çend mijarên sereke hatin gotûbêjkirin û daxwazên gelên Şengalê dibin çend sernavan de hatin parvekirin.
“Îdara Şengalê ji gelê Şengalê be û tu kes destwerdanê têde neke”
Bi navê şandeyê Mîr Nayîf axivî û daxwazên gelê Şengalê ragihand hin ji wan daxwazan wiha ne:
“Hatina Erdogan nakeve berjewendiyê dewleta Iraqê de.
Dewleta Iraqê divê qada xwe ya hewayî ji dewleta Tirk re bigire.
Îdara Şengalê ji gelê Şengalê be û tu kes destwerdanê têde neke.
Bi zûtirin dem vegeriyana koçberan li ser cih û warên wan.
Bila bes civaka Êzidî bibe qurbaniya siyaseta di navbera hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê de û dawî anîna li peymana 9’ê Cotmehê.”
Her wiha Nûnerên Aliyên Siyasî û Pêkhateyên Şengalê (Tensîq) jî serdana Serokê Tevgera Babîlon Rayan El-Kildanî kirin.
Di vê hevdîtinê de Serokê Malbenda YNK’ê ya Şengalê Dawid Cindî bi Kildanî re rûnişt û heman daxwaz pêre parve kir û rewşa Şengalê û Iraqê nirxandin.
Hevdîtinên şandeya nûnerên Şengalên li Bexdayê dewam dike û tê gotin, wê bi gelek rayedarên Iraqî re hevdîtinan pêk bînin.