Di Girtîgeha Îmraliyê de tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin didome.
Endamên Kongra Star a navçeya Çilaxa ya kantona Cizîrê tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo şermezar kirin û gotin:”Azadiya me bi mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tê.”
Etiye Ebdullah anî ziman ew tecrîdê qebûl nakin û got:
“Azadiya Rêber Apo azadiya me ye.
Em soz didin ku têkoşîn û berxwedana xwe li ser fikr û felsefeya wî berdewam bikin.”
Kerîme Mihemed jî desntîşan kir wê bi rêya fikrê Rêber Apo xwe û kesayeta xwe nas kiriye û got:
“Ji bo azadiya Rêber Apo, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
Xisûn Mihemed jî helwestên rêxistinên mafên mirovan rexne kir û got:
“Divê ev rêxistin vê helwesta xwe ya şermok biguherînin û berpirsyariyên xwe bînin û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Apo dike, rawestîne.”
“Bi saya fêmkirina fikrê Rêber Apo em şêwayên hegemonî red bikin”