“Ji ber ambargo û êrîşan Koçberên Efrînê rastî gelek zehmetiyan tên”

Pêwîstiyên pênc Kampên li Kantona Efrîn û Şehbayê ku bi hezaran kes lê ne, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve têne dabînkirin.
Hevserokê Desteya Karên Civakî ya Kantona Efrîn-Şehbayê Mistefa Hesen anî ziman ku saziyên alîkariyê yên navneteweyî li hemberî şert û mercên giran ên gel bêdeng û xemsar in û got:
“Saziyên ku îdîa dikin alîkariyê bi koçberan re dikin, divê xwedî li xelkê Efrînê derkevin.”

Koçberên Efrînî ji sala 2018’an ve li pênc kampên Kantona Şehba-Efrînê dimînin.

Li Kampa Berxwedan 2 hezar û 772 kes, li kampa Serdem 3 hezar û 774 kes, li kampa Efrînê 498 kes, li kampa Vegerê 584 kes û li kampa Şehbayê 466 kes dimînin.

Li Kampa Berxwedan û li kampa Serdem ji bo çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê navenda Heyva Sor, 2 park, sûkek, pirtûkxaneyek û dibistan hatin vekirin.

Kampa Efrînê li gorî kampên din hinekî biçûk e, lewma ser bi Kampa Serdemê ve ye.

Lê sîstema xwe ya rêxistiniyê mîna kampên din tê meşandin.

Kampên Veger û Şehbayê ku li aliyê navçeya Şêrewayê ne, ji aliyê Meclîsa Şêrewa ve têne birêxistinkirin.

Her wiha kamp xwe bi sîstema komun û meclîsan bi rêxistin dikin.

Mistefa Hesen: Rêveberiya Xweser pêwîstiyên Kampên li Kantona Efrîn-Şehbayê dabîn dike

Hevserokê Desteya Karên Civakî ya Kantona Efrîn-Şehbayê Mistefa Hesen têkildarî zor û zehmetiyên li her pênc kampan axivî.

Mistefa Hesen anî ziman ku piştî dagirkirina Efrînê, di nava şert û mercên giran de Rêveberiya Xweser biryar da ku kamp bên avakirin û got:

“Birêxistinbûyîna di bin ambargoya hikûmeta Şamê û êrîşên dewleta tirk a dagirker de ne karekî hêsan bû.

Me destpêkê komîn û meclîs ji bo kampan ava kir.

Ji aliyê peydakirina pêwîstiyên rojane ve ji bilî piştgiriya Rêveberiya Xweser alternatîfeke me ya cuda nîne.

Ti saziyek nabe alîkar.”

Mistefa Hesen: Saziyên ku îdîa dikin alîkariyê bi koçberan re dikin divê erkê xwe pêkbînin

Hesen diyar kir û kantona Şehba ji bo bicihanîna projeyên nû qadeke guncaw e lê ji ber ambargoyê ew nikarin têkiliyê bi kantonên din re dînin û wiha domand:

“Ji ber topên dewleta tirk zarok û extiyar birîndar dibin û zirarên madî jî bi xwe re tîne.

UNCEF’ê fînansmanî kir hincet û belavkirina avê rawestand.

Pêwîstiya avê ji bîran tê peydakirin.

Negihiştina dermanan jî bi tena serê xwe pirsgirêkek cidî ye.

Saziyên ku îdîa dikin alîkariyê bi koçberan re dikin, divê xwedî li xelkê Efrînê derkevin.”

Bi 789 kooperatîfan hem piştevanî hem jî pêşvebirina aboriyê

Back to top button