Matez Ehmed: 1 milyon û 500 hezar donim Genim li Cizîrê hatiye çandin

Çandinî ji bo berdewamkirina jiyana mirovan jêdereke bingehîn e.
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî jî debara gel li ser çandiniyê çêdibe.
Îsal li herêma Cizîrê 1 milyon û 500 hezar donim genim hat çandin.
Hevserokê Berhemên Şînatiyê ya herêma Cizîrê Matez Ehmed, li ser mijarê axivî û got:”Li Kantona Cizîrê piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker rewşa çandiniyê zehmet bûye.”

Çandinî ji bo berdewamkirina jiyana mirovan jêdereke bingehîn e.

Di heman demê de çandinî ji bo peydakirina pêdiviyan, xwedî roleke sereke û pir girîng e.

Îsal rewşa çandiniyê li Herêma Cizîrê li gorî salên borî pir baştir e.

Lê yek ji zehmetî û astengiyên ku li pêşiya cotkaran û Desteya Çandiniyê derket, êrîşên dewlata Tirk a dagirker bû.

Binesaziyên herêmê û jêderên sotemaniyê hatin hedefgirtin, vê yekê jî bandoreke neyînî li ser rewşa çandiniyê bi giştî kir.

Derbarê rewşa çandiniyê ya li Herêma Cizîrê, Hevserokê Berhemên Şînatiyê ya Herêma Cizîrê Matez Ehmed, ji ANF’ê re axivî.

Matez Ehmed li ser rewşa çandinî wiha got:

“Ji bo rewşa çandiniyê ya Kantona Cizîrê ya sala 2024’an, wek ku tê zanîn her sal di meha Cotmehê de em dest bi qeydkrina cotkar û erdê çandiniyê dikin.

Ew jî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê qeydkirin.

Di asta yekem de 1 milyon û 500 hezar donim genim hatiye çandin, ev genim jî yên avî ne.

Di asta duyem de jî ceh hat çandin û di asta sêyem de jî baqil li ser rûberek fireh hatin çandin.”

Matez Ehmed: Astengî ji sedema êrîşan derketin holê

Matez Ehmed anî ziman ku piraniya rûberên çandiniyê xwe dispêre mazotê û wiha pêde çû:

“Destpêkê balavkirina mazotê ya di navbera Desteya Çandinî û Desteya Sotemeniyê de bi awayek pir rêkûpêk dihat belavkirin.

Lê piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me, ku jêdera sotemeniyê kir hedef, zirarek pir mezin di milê çandiniyê de derket holê.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker hemû mazota ku ji bo erdên cotkaran hatibû debokirin, kêm bû.

Ev jî ji bo me astengiyek pir mezin derxist holê.

Niha jî rêjeyek mazot li erdên ku genim lê hatine çandin derdor 29 milyon lître me belavkiriye.

Di van rojên pêşiya me de jî, em ê dest bi belavkirina rêjeya duyem a mazotê bikin, da ku ev cotkar bikaribin zeviyê xwe bê astengî bidin jiyîn.”

Back to top button