Şerê Hemas û Îsraîlê: 200 roj

Îsraîlê dîsa êrîşên xwe yê li ser Şerîda Xezayê û heremên girêdayî wê zêde kir.
Herî dawî Îsraîlê êrîşî kampa Nuseyratê kir û di encamê de 4 kes mirin.
Li aliyê din berdevkê artêşa Îsraîlê roja sêşemê ragihandibû, ku Îsraîlê fermana valakirina herêma Beyt Lahya ya nû daye, ku wek “herêma şer a metirsîdar” li bakurê Şerîda Xezayê bi nav kir.
Li Şerîa Rojava û Qudsa Rojhilat jî hêzên Îsraîlê di 200 rojên dawîn da herî kêm 8 hezar û 430 kes binçav kirine.

Îsraîl êrîşên xwe yê li Şerîda Xezayê di roja 200’î de jî didomîne.

Bi van êrîşan ve hejmarê windahiyên canî jî zêde dibin.

Di êrîşa Îsraîlê ya li ser kampa Nuseyratê de 4 kes mirin

Radyoya Dengê Filistînê doh ragihand ku di encama bombebarana Îsraîlê ya li ser kampa Nuseyrat a li navenda Şerîda Xezayê de 4 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku hejmara miriyan derket 34 hezar û 183’an û hejmara birîndaran jî derket 77 hezar û 143’yan.

Wezaretê diyar kir ku di 24 saetên dawîn de artêşa Îsraîlê 32 Filistînî kuştin û 59 Filistînî jî birîndar kirin.

Li Xezayê ji destpêka şer ve 261 leşkerên Îsraîlî mirin

Rojnameya Times of Israel ragihand ku doh li bakurê Şerîda Xezayê leşkerek hatiye kuştin.

Li gorî nûçeya Ajansa Cîhana Erebî, rojnameyê ragihand ku leşkerê kuştî Salem El-Kreişat ê 43 salî ye.

Bi mirina herî dawî re, hejmara kuştiyên artêşa Îsraîlê ji destpêka operasyona bejayî ya li Şerîda Xezayê ve derket 261 kesan.

Di êrîşa bombeyî ya Îsraîlê ya li ser kampa Nuseyrat a li navenda Xezayê de 4 kes mirin.

Artêşa Îsraîlê fermana valakirina nû ya li bakurê Xezayê da

Berdevkê artêşa Îsraîlê roja sêşemê ragihandibû, ku Îsraîlê fermana valakirina herêma Beyt Lahya ya nû daye, ku wek “herêma şer a metirsîdar” li bakurê Şerîda Xezayê bi nav kir.

Doh serê sibê, Îsraîlê yek ji girantirîn operesyonên xwe yên bombebarankirinê di çend hefteyan de pêk anî, êrîşên xwe li Şerîda Xezayê tundtir kir.

Niştecihên herêmê û dezgehên ragihandinê yên girêdayî tevgera Hemasê diyar kirin ku şeva borî tankên artêşê ji nû ve ketin rojhilatê Beyt Hanûnê.

Di daxuyaniya ku duh ji aliyê baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li herêma Beyt Hanûnê hin leşkerên Îsraîlê û wesayîteke leşkerî bi fuzeyên “Yasîn-105” hatine hedefgirtin.

Beyt Hanûn wek yekem nuqteya ku artêşa Îsraîlê piştî 7’ê Cotmehê bi rêya bejahî derbasî Xezayê bû, derdikeve pêş.

Îsraîlê 200 rojên dawî de 8 hezar û 430 Filistînî binçav kirin

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat jî êrîş û binçavkirinên xwe didomînin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Klûba Girtiyên Filistînê da hat diyarkirin ku Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat di 200 rojên dawîn da herî kêm 8 hezar û 430 kes binçav kirine.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji kesên hatine binçavkirin 280 jê jin û 540 zarok in.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirinhejmara Filistîniyên di girtîgehan da ji 9 hezar û 500’î derbas bûye û ji wan 3 hezar û 660 kes girtiyên îdarî ne.

Li Xan Yunis a Xezayê gorên komî hat dîtin

Back to top button