Çavdarê Siyasî Niyaz Hamîd: Erdogan li Iraqê tişta dixwest tam bi dest nexistiye

Çavdarê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hamîd der barê hevdîtinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ku 22’ê Nîsanê pêk hatibû de axivî û got:
“Ez bawerin nakim peymanên di navbera Iraq û Tirkiyê de hatine îmzekirin piraniya wan pêk werin.
“Li aliyekî din jî Melayên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku ji ber êrişan daristan dişewitin, divê Hikumeta Başûr rê li ber êrişan bigire.

Çavdarê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hamîd der barê hevdîtinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ku 22’ê Nîsanê pêk hatibû de axivî.

Niyaz Hamîd bal kişand ser armancên dewleta Tirk ji vê hevdîtinê û got:

“Armanca sereke ew bû ku hikûmeta Iraqê PKK’ê wekî terorîst nas bike.

Wê beşdarî şerê dijî PKK’ê bike.

Her wiha peywediyên aborî pêş bixînin.

Bi vê re dixwest krîza xwe ya hundirîn çareser bike.

Lê Erdogan li Iraqê tişta dixwest tam bi dest nexistiye.”

Çavdarê Siyasî Niyaz Hamîd: Bawer nakim peyman Pratîkî bibin

Hamîd anî ziman ku dibe ku Iraq di aliyê îstixbaratî de hin peywendî çêkiribe lê di aliyê şerê rûbirû dijî PKK’ê de destek nade Tirkiyê û wiha domand:

“Peymanên hatine îmzekirin beşek ji wan ser ava Diclê-Firatê, niftê û şîrketên Tirkiyê yên li Iraqê kar dikin e.

Ez ne bawerim ku ev peyman pratîk bibin.

Di sala 2011’an de jî heman peyman hatibûn çêkirin lê pêk nehatin.”

Çavdarê Siyasî Niyaz Hamîd: Artêşa Iraqê wê şerê gerîla neke

Çavdarê siyasî Niyaz Hamîd diyar kir ku ger ne ji têkoşîna PKK’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê be wê metirsiya DAIŞ’ê li ser Bexdayê zêdetir bûba û got:

“Her kes dizane ku gerîla ji bo parastina herêma Kerkûk, Mexmûr, Celawle û Şengal têkoşînek mezin meşandiye.

Iraq dizane ku PKK’ê hêzeke siyasî, dîplomatîk û hêzeke navneteweyî ye.

Ger artêşên NATO nikarin şerê gerîla bikin, çima artêşeke wekî Iraqê lawaz şerê wan bike.”

Melayên Başûrê Kurdistanê: Ji ber êrişên Tirkiyê xwezaya Kurdistanê wêran dibe

Li aliyekî din jî Melayên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku ji ber êrişan daristan dişewitin, divê Hikumeta Başûr rê li ber êrişan bigire.

Mela Fazil Elî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji bilî kuştina sivîlan, xwezaya Kurdistanê jî talan dike û got:

“Divê Başûrê Kurdistanê rê li ber êrişane bigire.”

Mela Xerîb Pênciwênî jî anî ziman ku li şûna parastinê, hinek alî jîngehê têk didin û got:

“Jîngeh weke dayikê ye, em ji berhemên vê axê dixwin, divê em xwedî li vê axê derkevin.

Daristanên ku temenê wan 300 sal in ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker tên şewitandin.”

Back to top button