PDK hewil dide hilbijartinên Parlamentoya Başûr paşbixîne

Li Başûrê Kurdistan û Iraqê aloziya hilbijartina Parlamentoyê didome.
Hewldanên serokê demborî yê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo paşxistina parlamentoya Başûrê Kurdistanê, digihêje encamê û dibe ku hilbijartin were paşxistin.

PDK ji bo hilbijartinên parlamentoya başûrê kurdistanê pêk neyê di nav hewildanan de ye.

Du rojin serokê demborî yê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ye.

Armanca sereke ya serdana Barzanî hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê ye ku biryare di 10’ê Hezîranê de bê lidarxistin.

Li gor ajansa Rojnewsê dibêje, Nêçîrvan Barzanî di vê serdana xwe ya ji bo Bexdayê de, kariye serkirde û aliyên Iraqî ji bo paşxistina hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê razî bike.

Li gorî agahiyan Nêçîrvan Barzanî ji bo hilbijartinê behsa du deman kiriye, ya yekem Mijdara 2024’an ya duyem jî Cotmeha 2025’an ku tê payîn wê demê hilbijartina parlamentoya Iraqê jî pêkbê û bihevre were kirin.

Ji bo vê jî aliyên Iraqê jî ji bo van her du dîrokan, Nêçîrvan Barzanî erkdar kirine ku ew bi xwe diyar bikin.

Piştî du rojan ku Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi serokkomar, serokwezîr, aliyên siyasî yên Iraqê, îdareya Dewlet re civiya, duh bi şev vegeriya Hewlêrê.

Herwiha ligorî agahiyan, Nêçîrvan Barzanî ji hinek serkirdeyên Iraqê xwestiye bi serokê YNK’ê Bafil Talebanî re bicivin û wî jî ji bo paşxistina hilbijartinê razî bikin.

Tê gotin serkirdeyên Iraqê jî jibo vê daxwaza Barzanî soz dane.

Li gorî heman çavkaniyê, Nêçîrvan Barzanî di civînan de dijî paşxistina hilbijartinê nerazîbûn nîşan daye, lê ragihand ku Mesud Barzanî biryara xwe ya dawî daye û gotiye wê ne PDK tevlî hilbijartinan bibe, ne jî bihêlin sindoqên dengdanê li Hewlêr û Dihokê bên danin.

Wê ev jî rewşa Iraq û herêmê ber bi aloziyê ve bibe.

YNK: Em tevlî tu civînekê ji bo paşxistina hilbijartina parlemantoyê nabin

Back to top button