Şêniyên bajarê Reqa û Helebê cenazeyên şehîd Ednan Mihemed û şehîd Arif Reşkêlo spartin axê.
Di merasîmên oxirkirinê de soza tolhildana şehîdan û şopandina rêya wan hat dûbarekirin.
Li Helebê jî cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Arif Reşkêlo (Deştî) hate oxirkirin.
Şehîd Deştî di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de di 28ˊê Nîsanê de şehîd bû.
Xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya herêma Şiqeyêf ji bo oxirkirina şehîd kombûn.
Ji feremandarên leşkerî Ferhad Kobanê axivî û got:
“Lihevkirinên dewleta Tirk a dagirker bi xayînan re pêk tîne, vîn me naşikînin.
Lewma ev yek îsrara me ya têkbirina dagirkeriyê û çeteyên wê li herêmên dagirkirî mezin dike.”