Mueyed El Elî: Ne ji berjewendiya Iraqê ye ku li dijî PKK`ê piştgiriya Tirkiyê bike

Lêkolînerê ji Iraqê Mueyed El Elî bang li welatê xwe Iraqê kir ku li ser hesabê serdestiya Iraqê tawîzan nede dewleta Tirk.
Di heman demê de diyar kir ku Erdogan dixwaze li herêmên berfireh ên Bakurê Iraqê xewna dewleta Osmanî vejîne û got:
“Ne ji berjewendiya Iraqê ye ku li dijî PKK’ê piştgiriya Tirkiyê bike.

Piştî 13 salan, serokkomarê Tirk Erdogan cara yekê serdana Iraqê kir. Têkildarî mijarê lêkolînerê Navenda Lêkolînên Stratejîk a El Hedef û yê ji Iraqê Mueyed El Elî li ser mijarê axivî.

Mueyed El Elî diyar kir ku navbera Tirkiye û Iraqê nebaş bû û got:

“Her kes dizane di 10 salên dawîn de têkiliya di navbera Iraq û Tirkiyê de ne baş bû.

Di gelek dosyayên siyasî, aborî û ewlehiyê de nakokî hebûn.

Bi taybet mijara avê û hewldana Tirkiyê ku para Iraqê jê kêm bike û bi awayekî neadil tev digere.

Li kêleka wê, destwerdana bakurê welêt dike, çi bejahî yan jî hewayî.

Hincet jî, şerkirina li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye.”

El Elî wiha domand: “Ji bo Tirkiyê, Iraq faktoreke stratejîk e, Erdogan dixwaze li herêmên Bakurê Iraqê timayên xwe û xewna dewleta Osmanî vejîne.”

Mueyed El Elî bal kişand ser xaleke girîng a serdanê û got:

“Tirkiyeyê xwest cihê xwe li ser Rêya Geşepêdanê bigire ku Iraqê pêşniyar kiriye.

Ev rê li ser asta tevgera bazirganiyê ya cîhanê û saktora enerjiyê gelek girîng e û qezenca wê baş e.

Heta di aliyê jeosiyasî de jî gelek girîng e ji bo Tirkiyeyê.”

Mueyed El Elî: Tirkiye dosyaya PKK`ê bi kar tîne ji bo ku hebûna xwe ya li Bakurê Iraqê rewa bike

Der barê dosyaya PKK`ê de El Elî wiha anî ziman:

“Tirkiye dosyaya PKK`ê bi kar tîne ji bo ku hebûna xwe ya li Bakurê Iraqê rewa bike, bi taybet kembera ewlehiyê ya bi kûrahiya 30-40 kîlometreyan ku jê sûdê bigire û hebûna xwe li wan herêman fermî bike.

Mueyed El Elî: Divê hikumeta Iraqê li ser hesabê serdestiya welêt, tawîzan nede

lêkolînerê Navenda Lêkolînên Stratejîk a El Hedef û yê ji Iraqê Mueyed El Elî di dawiyê de got:

“Ne ji berjewendiya Iraqê ye ku li dijberî her aliyekê bisekine.

Pirsgirêk di navbera hikumetên herêmî de hene divê di aliyê hundirîn de ji aliyê wan hikumetan ve bê çareserkirin.

Ez bawer im ku di serdanê de hin xalên hevbeş hene.

Dibe ku her du alî tawîzan bidin.

Lê hêvî dikin ku hikumeta Iraqê li ser hesabê serdestiya welêt, tawîzan nede.”

Back to top button