Li Qamişlo komxebata pirsgirêkên avê hat lidarxistin

Platforma Jin a Ekolojiyê û Beşa Jineolojî ya Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişloyê komxebatekê lidar xist.
Di komxebatê de pirsgirêkên avê, têkiliyên jin û avê, rêyên çareseriya wê hatin nîqaşkirin.

Di bin dirûşma “Aveke Azad, Jiyaneke Azad” Platforma Jin a Ekolojiyê û Beşa Jineolojiyê ya zanîngeha Rojava li Qamişloyê komxebatek lidar xist.

Komxebat bi semînera “Bi Nêrîna Jîneolojiyê Pirsgirêkên Ekolojîk” ji aliyê Mamosteya Beşa Jîneolojiyê Zozan Mihemed ve dest pê kir.

Zozan Mihemed diyar kir ku pirsgirêka ekolojî û jîngehê bi taybet piştî şerên cîhanê zêdetir bûye û ji bo qezenca zêde, neheqiyeke mezin li jîngehê hatiye kirin.

Zozan da zanîn ku pîvanên bingehîn ên civaka xwezayî hevsengî, ahengî, yekparebûyîn e û wiha got:

“Her tişt girêdayî hev e, bi dûrbûna mirovan a ji xwezayê re, hevsengî tê xerabkirin.

Li Rojhilata Navîn mirov dûrî xaka xwe dikevin û dest davêjin zindiyên din, êdî hevserngiya wê diçe.”

Bêrîvan Omer: Jin mîna avê zelal û pak e

Endama Platforma Ekolojiyê û Cîgira Hevserokatiya Desteya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer jî semînera duyemîn a bi navê “Têkiliyên Jin û av” dan.

Bêrîvan Omer jî hate got:

“Mirovahî li kêleka çeman bi pêşengiya jinan pêş ket, lê zîhniyeta zilam a serwer her ku çû zor pêk anî.

Li gorî mitolojiyê ji bo ku lehî ranebin, jin wekî qurban noqî çem dikirin. Ev yek li çemê Nîlê çêbûye.

Di mîtolojiyê de jinan dişibînin avê; ji ber ku zelal e, xwe diguhere, baqij e û jiyanê dide.

Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mirina (zuhabûn) çeman tê dîtin. Çemê Xabûr yek ji wan e.”

Şermîn Guven: Çem parçeyekî girîng yê ekolojî yê ye

Her wiha semînera sêyemîn a bi navê “Şopa Çeman-Ceq-Ceq” ji aliyê Lêkolînvana ji Zanîneha Azad a Berlînê ‘Freie Universitat-Berlin’ Şermîn Guven ve bi rêya online hat dayîn.

Şermîn Guven diyar kir ku berî mirovahiyê çem wekî parçeyekî girîng ê ekolojî hebûn, lewma divê bi têkoşîneke xurt bên parastin.

Pişt re beşdaran jî nêrînên xwe derbarê qirêjiya avê û bandora wê li mirovan anîn ziman.

Back to top button