Şehîd Malda Kûsa li ser gora xwe hat bibîranîn

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Malda Kûsa jî li ser gora xwe hat bîranîn.
Di bîranînan de soza pêkanîna xwin û armancên şehîdan hat dayin.

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Malda Kûsa ku di 5’ê Gulana 2019’an de li ser riya Holê dema diçû perwerdeya Jineolojiyê bide jinên gundewarên Hesekê li ser rê rastî êrîşek çekdarî hat û şehîd bû, hat bibîranîn

Di merasîma bîranînê de endamên Kongra Star, Navenda Lêkolînên Jineolojî, rêheval û malbata Malda Kûsa amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Dilîn Ebid Rehman axivî.

Dilîn Ebîd got, Rêber Apo got wê sedsala 21’emîn bibe sedsala şoreşên jinan.

Vaye di sedsala 21’ê de li çar aliyên cîhanê dêngê ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind dibe.

Di her xeleka serhildanên jinan de em ked û nirxên ku şehîdan ava kirine dibînin.

Şehîd hevala Malda jî hevaleke ku di şoreşa jinan de xwedî kedeke zanistî ye.

Weke rêhevala Malda em jî îro kar û xebatê xwe bi coş û kelecaniya hevala Malda berdewam dikinin û armanca dijmina vala derdixin.”

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Rewan Şêxo jî wiha got:

“Deskeftiyên ku îro jinan bi dest xistine hemû bi ked û fedakariya jinên pêşeng ên weke rêheval Malda ye

Piştî merasîmê li Navenda Lêkolînên Jineolojî ya bajarê Hesekê sînevîzyon li ser jiyan, ked û têkoşîna Malda Kûsa hat pêşkêşkirin.

Back to top button