Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê kongre xwe ya 4’a lidar xist

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi diruşma: ‘Serxistina şoreşa Jin, Jiyan, azadî, misogerkirina azadiya jin û civaka demokratîk e çaremîn kongreya xwe lidar xist.Yek ji biryar û plansaziyên sereke yên kongreyê jî mezinkirina têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû.

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), di 7’ê Gulana 2024’an de, li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê çaremîn kongre xwe lidar xist.

Di nava kongreyê de, Rewşa Rêber Abdullah Ocalan, Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî ,Asta xweparastina Jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatin nîqaşkirin.

Endama Koordînasyona KJAR, Denîz Derya axaftina destpêkirina kongreyê kir û got:

Li darxistina vê kongreya me a 4’emîn, bersiv dayîna herî xurt a li himberî deshilatdarî, serdestî û zayendperestiyê ye.

Bê guman wê xebata me jî ji îro û şûn ve, bi yek girtina jinan ve hê zêdetir bi hêz, bi rêve biçe.”

KJAR: Emê bi hemû hêza xwe li keda Rêber Apo xwedî derkevin

Piştî axaftina vekirinê rojeva yekemîn rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi berfirehî hat nirxandin.

“45 sal berxwedan, ji bo gera li heqîqet û pênaseya rasteqîn a jiyanê, bi berxwedana Rêbertî re misoger bû.

Rêbertî ev berxwedan weke zayîna sêyem, li zindana Îmralî pênase kir.

Emê bi hemû hêz û îradeya xwe wek (KJAR) li ked û felsefeya Rêber Apo xwedî derkevin û ta misgerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, emê ranewestin.”

Nirxandina şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di nava kongreye de, cihê xwe di rojeva duyem de girt û gotin:

“Şoreşa jin, di sala 2022’an de carek din Roihilata Navîn ji bo mirovahiyê xist çavkaniya jiyanê.

Şoreşa jin di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, tekoşîna jinan derxist asta herî jor.

Bû ronahiyek û li her dera cîhanê belav bû.
Li cîhanê da fam kirin ku kesek nikare pêşiya ramanên Rêbertî ên ji bo azadiya civakan bigire.

Her wiha hate xwestin li himberî êrişên rejîma Îranê li dijî jinan dide meşandin, di warê xwe bi rêxistin kirinê de herî zêde pêwîstiya jinan bi yekgirtin û xweparastinê heye.

KJAR: Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê çavkaniya hemû xebatên me be

Biryar û plansaziyên herî sereke ku di encama kongreye de derketin, bi vê rengî bûn:

“Têkoşîn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê çavkaniya hemû xebatên me be.

Tekoşînekî hevbeş di çarçoveya pergaleke hevpar a jinan di hedefa sereke de were nirxandin.

Di xwe parastinê de hê zêdetir xwe bi hêz kirin û perwerde kirin.”

Di dawiyê de ji nava tevahî xebatên (KJAR) 15 Endamên Desteya Rêveber a KJAR’ê hatin hilbijartin.

Kongre bi govendeke bi coş bi dawî bû.

Back to top button