Çîn li Taywanê dest bi tetbîqata leşkerî kir

Çîn li Girava Taywanê û derdora wê dest bi tetbiqatek leşkerî ya berfireh kir.
Wezareta Parastinê ya Taywanê li ser platforma medyaya civakî bi daxuyaniyekê tetbîqata artêşa Çînê şermezar kir.
Tetbîqata Çînê ku derdora Taywanê dorpêç dike, piştî merasîma sondxwarinê ya lîderê nû yê Giravê Layî Şîng-Te pêk hat.

Sê roj piştî ku Lai Ching-te, lîderê nû yê Taywanê, ku bi wî re nakokiya serweriyê heye, dest bi kar kir, Çînê dest bi tetbîqatek leşkerî ya berfireh li dora giravê û derdora wê kir.

Di daxuyaniya Fermandariya Eniya Rojhilat a Artêşa Rizgariya Gel a Çînê de hat destnîşankirin ku artêşa Çînê li derdora Tengava Taywanê, herêmên bakur, başûr û rojhilatê Girava Taywanê dest bi tetbîqata leşkerî ya hevpar kirin.

Berdevkê Fermandariyê Li Şi diyar kir ku ev tetbîqat cezayeke li dijî kiryarên li dijî serxwebûna Taywanê û hişyariyeke li hemberî destwerdana hêzên biyanî ye.

Hat diyarkirin ku di tetbîqatê de dê wesayîtên dewriyeyê bala xwe bidin herêmên derdora Girava Taywanê û bi operasyonên hevpar ên li hundir û dervayê zincîra giravê dê qebîleyetên şer ên rastîn ên yekîneyan bên ceribandin.

Wezareta Parastinê ya Taywanê li ser platforma medyaya civakî bi daxuyaniyekê tetbîqata artêşa Çînê şermezar kir.

Tetbîqat piştî merasîma sondxwarina lîderê nû yê Taywanê pêk hat

Tetbîqata Çînê ku derdora Taywanê dorpêç dike, piştî merasîma sondxwarinê ya lîderê nû yê Giravê Layî Şîng-Te pêk hat.

Layî Şîng di destpêka axaftina xwe de soza parastina statuko ya Tengava Taywanê da û bang li Çînê kir ku dawî li gefên leşkerî bînin.

Laî, diyar kir ku hikûmeta Taywanê wê bi serwerî, demokrasî, azadî û parastina statukoyê ve girêdayî bimîne û wiha got:

“Li gorî Destûra Bingehîn, serweriya Taywanê aîdî gelan e.”

Berteka Çînê ya li hemberî axaftina Lai Ching

Rêvebiriya Pekînê rexne li Lai kir ji ber dayîna “sînyalên xeternak” ku ew ê li serxwebûnê bigerin.

Berdevka Ofîsa Karûbarên Taywanê ya Çînê Şîn Binhua di daxuyaniya xwe de anî ziman ku di axaftina Lai de derketiye holê ku ew “kesê ku ji bo serxwebûna Taywanê dixebite.

Ofîsa Têkiliyên Taywanê di daxuyaniya xwe ya tundtir a nivîskî de îdia kir ku axaftina Laî “tijî nakokî û provokasyon, xapandin û derewan e” û “helwesta serxwebûna Taywanê hîn radîkaltir û xeternaktir kir.”

Laî ji aliyê Çînê ve wekî “alîgirê serxwebûnê” û “cudaxwaz” tê dîtin.

Rayedarên Çînî beriya hilbijartinê gelek caran bi îfadeyên wekî “bêserûber” û “arîşedar” behsa Laî kiribûn.

Berteka Çînê ji dijberiya wê ya li dijî xeta siyasî ya giştî ya Partiya Demokrat a Pêşverû derdikeve.

Back to top button