Plana Xeza ya Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden 31’ê Gulanê plana Xezayê xistibû rojevê.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî plana Biden pejirand.
Plana heyî armanc dike ku di 3 qonaxan de pevçûnên li Xezayê bi awayekî mayînde bi dawî bike.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşnûmeya biryara agirbesta gav bi gav li Xezeyê qebûl kir.

Di dema ku 14 endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji plana ku ji aliyê Amerîkayê ve hatibû pêşniyarkirin gotin”erê”, Rûsyayê jî “bêalî” ma.

Dengdan dema ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken têkiliyên xwe yên li Îsraîlê didomand, hat kirin.

Plana ku di 31’ê Gulanê de ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve hatibû ragihandin, “Îsraîl qebûl kir” lê heta niha bersiveke zelal ji Îsraîlê nehatiye dayîn.

Konseya Ewlekariyê ya NY plana Biden pejirand

Plana heyî armanc dike ku di 3 qonaxan de pevçûnên li Xezayê bi awayekî mayînde bi dawî bike.

Li gorî vê yekê, di qonaxa yekem de wê agirbesteke lezgîn û bi temamî ji bo şeş hefteyan bê ragihandin.

Di vê heyamê de dema ku artêşa Îsraîlê ji herêmên niştecihbûyî vedikişiya; Hamas dê jin, pîr û birîndar ên girtî berde.

Di berdêla vê de jî Filistîniyên ku li Îsraîlê girtî ne dê bên berdan.

Her wiha dema ku şer raweste dê alîkariyên mirovî yên zêdetir derbasî herêmê bibin.

Di pêngava duyemîn de jî plan daxwaz dike ku Hamas hemû dîlan berde û leşkerên Îsraîlî ji tevahiya Xezayê vekişin.

Herî dawî wê ji nû ve avakirina Xezayê were rojevê.

Amerîka: Îsraîl planê pejirand

Li gor Waşîngtonê Îsraîl ev plan qebûl kiriye, lê Hamas hîna qaneh nebûye.

Lê berevajî îdiaya Amerîkayê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ti daxuyanî neda ku ew plan pesend kiriye.

Piştî dengdanê, nûnera Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield got:

“Konseyê peyamek zelal ji Hamasê re şand: Agirbesta li ser masê qebûl bikin!

Îsraîl jixwe plan qebûl kiriye û eger Hamas jî heman tiştî bike, şer dê bisekine.”

Hemas: Em amade ne li ser xalên biryara konseyê hevkariyê bikin

Hemasê ragihand ku ew amade ye bi navbeynkaran re li ser pêkanîna rêgezên di biryara Konseya Ewlekariyê ya NY ya li ser agirbesta daîmî, pevguhertina girtiyan,ji nû ve avakirina Xezayê û vegera koçberan danûstandinê bike.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hemasê heta pêkanîna armancên xwe dê têkoşîna xwe bidomînin.

Blinken serdana Îsraîlê kir

Back to top button