Îsraîlê êrişî Sûriyê kir: 7 leşker hikumeta Şamê hatin kuştin

Artêşa Îsraîl, êdî di her fersendê de êrişî xaka Sûriyê dike.
Di êrişa li sînorê Sûrî-Libnanê de, 7 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Hemwextî vê, hêzên hikumeta Şamê ji 4 gundên Dêrazorê vekişiyan.

Xaka Sûriyê wer lê hatiye ku bûye qada şer di navbara welatan de.

Artêşa Îsraîlê doh erebeya zirxî a Hikumeta Şamê ya li devera Qiseyir ku dikeve navbera Lubnan û Sûriyê de bombebaran kir.

Di encamê de, 7 leşker hatin kuştin ku 3 ji wan yên Hizibullahê bûn.

Hikûmeta Şamê jî hewil da bi mûşekên parastina ezmanî rê li ber êrişan bigre.

Lê ya diyar ev hewildan badilhewa çûye.

Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyê ragihand ku ji destpêka 2024’an ve Îsraîlê 45 caran êrişî xaka Sûriyê kiriye.

Di van êrişan de, 171 leşkerên Hikumeta Şamê hatin kuştin û 69 leşker jî birîndar bûn.

2 balafir li zeviyê Al-Tenef ketin

Himwextî van êrişên Îsraîlê li ser Sûriyê, Îran jî hewl dide tolê li cihekî din rake.

Tê gotin, doh du balafirên bêmirov yên Îranê ji bo êrişeke li dijî bargeha Amarîka ya li Tenefê berê xwe dabûn herêmê.

Di encamê de hêzên Amerîkayê ev her du balafirên bêmirov xistin.

Hikumeta Şamê xwe ji 4 gundewarên Dêrazorê vekişand

Her wiha piştî kuştina 4 leşkerên Firqeya 4 ya hikumeta Şamê li Dêrazorê, hikûmet leşkerên xwe ji gelek bajarokên Dêrazorê yên weke Eyaşa, Xirêtiya, Şimêtiya û Mesiribê.

Li rojavayî Tedmurê jî Hikumeta Şamê bi pişgiriya balafirên Rûsiyayê êrişî DAIŞ’Ê dike.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan diyar kir ku ev 5 rojin, çarenûsa 5 leşerkên Hikumetê nediyar e.

“Ji despêka 2024’an ve li herêmên hikumeta Şamê 22 kes hatine kuştin”

Back to top button