Piştî gelek welatên Cîhanê, Japoniya jî, serkegftina QSD”ê li dijî DAIŞ’ê pîroz kir.
Wezreta karê Derve ya vî welatî, têkbirina DAIŞ’ê weke gaveke girîng ber bi aştî û aramiyê ve bi nav kir.
23 Adarê Fermandariya Giştî ya QSD’ê serkeftina li dijî DAIŞ’ê ragihand.
Di vê çarçoveyê de, gelek welatan ev serkeftina QSD’ê pîroz kirin û weke gaveke girîng ber bi çareseriyê ve dîtin.
Herî dawî Wezareta Karê Derve ya Japonya di daxuyaniyek xwe de, serkeftina li dijî DAIŞ”ê pîroz kir û weke gaveke mezin ji bo çareseriyê bi nav kir.
Wezaretê destnîşan kir ku, tevî hemû herêm ji bin dagirkeriya DAIŞ’ê derketin jî, lê belê şerê li dijî komên çete û aloziya mirovî ya koçber û penaberan didomin.
Wezareta Japonî diyar kir ku, ji bo projeya siyasî ya çareseriyê, pêwîst e biryara Meclisa Ewlekariyê ya 2254 were destgirtin û ji bo pêkanîna vê yekê û alîkariya koçberan, piştevaniya xwe eşkere kir.