Li herêma Kenterî ya kantona Girê Spî guleyeke doçka ya ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê bi 5 zarokan ve teqiya û zarok birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewelkariya Hundirîn a kantona Girê Spî bi daxuyaniyê ev agahî dan:
Îro di seatên piştî nîvro de guleyeke doçka 23, bi 5 zarokan ve teqiya.
Piştî bûyerê tîmên awarte, destwerdana lezgîn û ewlehiya rêyan dimildest çûn cihê teqînê û zarok rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî xebatkarên nexweşxaneyê rewşa hin zarokan giran e.