LI ÎRANÊ KARESETA LEHIYÊ IFRC: 10 MILYON KES BANDOR BÛNE

Federasyona Komeleyên Heyva Sor û Xaça Sor ya Navnetewî ragihand ku 10 mîlyon kes ji karesata lêhiya ya li Îranê bandor bûnê.
Rêxistinê got ku ev Felaketa herî giran a zêdetirî 15 salên dawî ye.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Federasyona Komeleyên Heyva Sor û Xaça Sor ya Navnetewî ev gahî tên parvekirin:

Di karesata lêhiyê de ji 19’ê Adarê ve herî kêm78 kes mirîne û zêdetirî hezar kes jî birîndar bûne.

Li gorî rêxistinên civaka sivîl di felaketa ku li 2 hezar bajar û gundan xistî de 10 mîlyon kes jê bandor bûne û 500 hezar kes jî neçar mane malên xwe berdin.

Li gorî rayedaran ji 31 eyaletan 25 eyalet bandor bûne.

Federasyona Komeleyên Heyva Sor û Xaça Sor ya Navnetewî diyar kir ku pêdiviya 2 mîlyon kesî bi alîkariyê heye.

 

Leave a Reply

Back to top button