Şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk yên li herêma Idlibê dewam dike.
Hêzên hikûmeta Şamê bi moşekan êrişî eniyên şer ên li Heleb û Idlibê kir.
Şer û aloziya li herêmên di bin kontrola hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de dewam dike.
Navenda Çavdêriya Mafên Miorvan a Sûriyê ragihand ku îro hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li eniyên Helebê û Idibê careke din bi hev ketin.
Hêzên hikumetê herêmên li rojavayê Helebê topbaran kir.
Her wiha herêmên Fetîra, Kensefra û Filêfil ên çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê da ber topan.