Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan got, sala 44’an a PKK’ê hem wê bibe saleke berxwedaneke xurt, plankirî û rêxistinî li dijî êrişkariya faşîst-qirker, hem jî bibe sala serketina li dijî faşîzma AKP-MHP’ê. Dûran Kalkan bang li hemû kurdan kir ku xwe di xeta rêbertîde kûrtir bikin, sala nû têxin sala ji nû ve partîbûnê.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi wesîleya nêzîkbûna sala damezrandinê ya 44’an a PKK’ê, ji malpare PKK-Online re nivîsek nivîsî û peyamên girîng da.
Dûran Kalkan di nivîsê de baldikîşîne li ser rastiya PKK’ê û dibêje:
“Bi PKK’ê re koletî bi dawî bû, azadî bi ser ket
Meşa me ya Rêbertî digihêje nîv sed salê.
Ev pêvajo di dîroka Kurdistanê de ya herî bedew, bi wate, xwedî îrade û têkoşer e.
Kesayet û civaka Kurd her cûre paşverûtî hilweşand û gihîşt asta jiyaneke azad û xwedî îrade.”
Dûran Kalkan: Divê em vê salê têxin sala ji nû ve partîbûnê
Duran Kalkan ji bo gelê kurd û pêşengên şoreşê jî ev bang kir:
“Gelekî girîng e ku li ser rastiya Rêbertî û Partiyê bi xurtî kûr bibin.
Hewl bidin ku vê rastiyê bi rengekî hevgirtî û rast fêhm bikin.
Beriya her tiştî şert e ku em rastiya PKK’ê ku partiyeke Rêbertî û Şehîdan e bi xurtî fêhm bikin û sala nû bikin pêvajoyeke pêngavî ya jinûve partîbûnê.”
Kalkan dazanîn ku hêzên ku pirsgirêka kurd afirandin niha bi destê faşîzma AKP-MHP’ê û PDK’ê dixwazin PKK’ê tinebikin da ku bikaribin berjewendiyên xwe yên global pêk bînin.
Kalkan di berdewamiya nirxandina xwe de got:
Li Îmraliyê Rêber Apo, li herêmên Parastina medya gerîla li çare perçeyê kurdistanê jî gelê kurd li hember faşîzma dewleta tirk a qirker têkoşînek bêhempa raberkirin û planên dagirkeran vala derxistin.
Ev berxwedana tevgera azadiyê bi rengekî zelal nîşan da ku ti êriş nikare PKK’ê hilweşîne, paş ve bixîne, ji berxwedanê dûr bixe.
Dûran Kalkan: Ev sal wê bibe sala hilweşandina faşîzma Erdogan
Kalkan di dawî de ev bang kir:
Bi rengekî pir aşkere xuya dike ku sala 44’an li dijî êrişkariya faşîst-qirker wê bibe saleke berxwedanê ya xurt, biplan û hem jî bibe saleke ku faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne.
Ji bo wê divê di serî de jin û ciwan hemû aliyên bindest ji bo têkbirina faşîzmê Tirk û dawîanîna Tecrîdê têkoşînê bilindir bikin.