Çend roj in li Başûrê Kurdistanê tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde bûye. Şevê din çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundewarên herêma Qereçox a girêdayî Mexmûrê kirin. Di encamê de 7 pêşmerge û 3 sivîl şehîd bûn. Li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Pêşmergeyan, rewş hat kontrolkirin û êrişa çeteyan hat şikandin.
Şevê din li Mexmûrê gundên Xidirce û Lewriyan ên girêdayî herêma Qereçoxê bûn armanca êrişa çeteyên DAIŞ’ê.
Li gorî nûçeya PUK-Medîa, di êrişa li gundê Xidirce de ji heman malbatê 3 kes şehîd bûn û navê wan wiha ye:
Hazim Îsmaîl, Barzan Îsmal û Azad Îsmal.
Ji bilî van qurbanan 4 sivîl jî birîndar bûn.
Li herêmê dema yekîneyeke Pêşmerge bi hawara gundiyan vê çû, dikeve kemîna çeteyên DAIŞ’ê..
Di encamê de 7 pêşmerge li wir şehîd dibin û di nava wan de 2 fermandar jî hebûn..
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Roj Newsê, navê pêşmergeyên şehîd wiha ye:
-Nifî Xule
-Fexredîn Seîd
-Senger Şerîf
-Şukir Ebûzêd
-Nazim Abdullah Riza
-Yasîn Mihemed
-Kamîran Puşo
Hefteya derbasbûyî jî li herêma Germiyanê di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê de 8 pêşmerge şehîd bibûn.