60 roj in konê çalakiyê yê malbatên şehîdan vegirtî ye

Îro Ciwanên Tirbespiyê serdana konê çalakiyê yê li dergeha Sêmalkayê kirin û daxwaza radestkirina cenazeyan kirin.

2 meh in bênavber malbatên gerîlayên şehîd li Sêmalkayê di çalakiya konvedanê de ne û li benda wergirtina cenazeyên zarokên xwe yên di destê PDK’ê de ne.

Rojane sazî û rêxistinên li herêmê serdana çalakiyê dikin û destekê didin xwesteka van malbatan, îro jî ciwanên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo serdana kon kirin.

Ciwanên ku piraniya wan ji pêkhateyên Ereb bûn heyanî derengiya şevê rexmî sermayê jî bi qîrkirina sloganan daxwazên xwe anî anîn ziman.

Back to top button