Rêveber û Endamên hinek partiyên Başûrê Kurdistanê hersê serokatiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê xemsar dibînin û gotin: “Tirkiye bêdengiya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo berdewamkirina êrişên xwe derfet dibîne.”
Derbarê mijar Endama Polîtburoya Hizba Komunîsta Kurdistanê û Hêja Silêman ji ajansa ANHA’yê axivî.
Hêja Silêman diyar kir ku 2 sedemên êrişên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê hene û got:
“Yek ji ber lawaziya wan a hundirîne ku li hemberî pirsgirêkên welate.
Ji ber ku Tirkiyeyê di hundirê xwe de pirsgirêka siyasî û aborî heye.
Û ya din hersê serokatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li hemberî van êrişan xemsar in.”
Her wiha Rêveberê Pêşketî yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê yê li Soran Aras Seyid Xefur jî li ser mijarê got:
“Tirkiyeyê weke dewletek dagirker xaka Kurdistanê dagir kiriye.
Sedem jî ewe ku hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê li hemberî van êrişan bêdenge û hêza wan a bersivdayînê nîne.”