Îro jî mîna her roj berê topên dewleta Tirk li herêmê bûn. Beriya saetekê dagirkeran navçeya Til Rifetê Topbaran kir.
Artêşa dewleta Tirk a qirker navçeya Til Rifetê bi dijwarî topbaran kir.
Vê sibehê jî dagirkeran gundê Ereb Hesen û gundê Ewn Dadat ê li bakurê Minbicê da ber topan.
Duh derengiya şevê jî, gundên Dada Ebdal û Bobî yên Zirganê bûn hedefa êrişan.
Beriya êrişa li ser Zirganê gundên Malikiyê, Şewarxa û Meranazê yên navçeya Şera ya Efrînê û gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê û derdora Şêx Îsa yên Şehbayê jî hatin topbarankirin..
Bi giştî 30 guleyên obîsan li deverên navborî ket.