Navenda Ragihandinê ya QSD’ê derbarê tevgerên hêzên li bakur û rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyek da.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê di daxuyaniyek de ev tişt got;
“Tevgerên hêzên navneteweyî yên garantor li herêmên Eyn Îsa û Kobanê di çarçoveya parastina ewlehiyê û lihevkirina agirbestê bi koordîneya hêzên me re pêk tên.”
QSD`ê careke din bang li hêzên garantor kir ku mekanîzmayên meydanî û qanûnî çalak bikin da rê li pêşiya dagirkeriya Tirk bigirin.
Roja duşemê jî Navenda Ragihandinê ya QSD’ê daxuyaniyeke dabû û gotibû; Tu guhertineke stratejîk di bi cihbûna hêzên navneteweyî de li herêmê tune ye.