AWISTURYA DIFIKIRE 2 ZAROKÊN AWISTURÎ JI RÊVEBERIYA XWESER WERBIGIRE

Wezareta Derve ya Awisturya ango Nemsayê difikire 2 zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên Awisturyayî ji Kampa Holê werbigire.

 

Berdevkê Wezareta Derve ya Awisturyayê Betêr Xotşlbawr ragihand ku wan biryar daye 2 zarokên sêwî yên Awisturyayê werbigirin.

Hat zanîn zarokek 3 salî ye û yê din jî sal û nîvek e.

Wezareta Derve ya Awisturyayê wê herdu zarokan radestî dapîra wan li Vîyênayê bike.

Tê payîn wê Awisturya 3 zarokên din jî di demên pêş de werbigire.

Ev yek jî piştî Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka Donald Trump gefa vegera çeteyên DAIŞ’ê li dewletên ewropî xwar, pêk hat..

Hêjayî bîrxistinê ye, 2 hezar û 500 çete ji welatên Ewropayê li gel QSD’ê girtî ne.

Leave a Reply

Back to top button