Polîsên dewleta Tirk a dagirker li Mersînê bi ser malan de girtin û 2 Kurd binçav kirin.
Polîsên Tirk li Mersînê serê vê sibehê girtin ser malên xelkê.
Di serdegirtinan de Demhat Gokalp û Ozgur Sûngûr hatin binçavkirin.
Her wiha telefonên kesên din ên li malan hatin desteserkirin.
Gokalp û Sûngûr bi îdîaya “endametiya rêxistinê” hatin biçakirin.
Polîsan her du kesên navborî birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Mersînê.
Tê gotin, hejmara kesên destgîrkirî dibe ku zêde bibe.